Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala daxuyand ku vekirina qursa kurdî ne qedexe ye û wiha got: "Niha qursa kurdî dikare bê vekirin? Erê, ne qedexe ye. Divê hûn herin serî lê bidin, şert û mercan bi cih bînin. Qursên tirkî û îngilizî jî wisa vedibin."
Ala di televizyona 360an de beşdarî bernameya "Studyo 360 Taybet" bû û pirsên der barê rojevê de bersivand.
Ala behsa guherîna waliyan kir û got ku hin caran bi hin sedeman dibe ku guherîn çêbibin.
- Perwerdeya kurdî
Wezîrê Karên Navxweyî Ala li ser pirsa vekirina dibistanên kurdî wiha axivî:
"Li bajarekî Tirkiyeyê, li Bingol, Diyabekir, Îzmir û Enqereyê heke dibistaneke tirkî bê vekirin çi lazim e? Rê û rêbazên vê hene. Yê ku dilê wî bixwaze dikare bibêje "min li vir dibistanek çêkir û ez ê li vir perwerdeya tirkî bidim." Na, nikare. Serîlêdanên vê heye, Perwerdeya Neteweyî heye. Ev ne propoaganda ye, provakatorî ye. Hin mijarên ku hewce nakin tînin rojevê, heke dixwazin ku di pêvajoya çareseriyê de astengî dernekeve, encamek bê bidestxistin, divê vê xetaya mantiqê nekin. Tirkî be jî, cihên ku divê hûn serî lê bidin û destûrê bistînin heye. Ma tiştekî wiha dibe? Her kes cihê ku dixwaze dibistanê veke, tiştekî wiha nabe."
- Şertên perwerdeyê wek hev e
Ala got ku dema di sala 2002an de diçûn herêmê, ji bo stranên kurdî bên gotin destûr dihat xwestin û wiha axivî:
"AK Partî mafên bingehîn û azadiyan heta dawiyê diparêze û ev xistiye di nav polîtikaya xwe. Di polîtîkaya xwe de daxuyandiye û gotiye ku 'em ê bigîhîjin standardên cihanî'. Ji 2002an vir ve, ka binêhêrin em gihîştin kîjan astî. Niha televizyona kurdî 24 saetan weşanê dike."
Ala daxuyand ku vekirina qursa kurdî ne qedexe ye, şertên perwerdeyê yên tirkî jî wek hev e û wiha got: "Niha qursa kurdî dikare bê vekirin? Erê, ne qedexe ye. Divê hûn herin serî lê bidin, şert û mercan bi cih bînin. Qursên tirkî û îngilizî jî wisa vedibin. Başe, lê perwerdeya kurdî heye? Yanî hûn dikarin dibistaneke taybet a ku kurdî perwerdeyê bide vekin? Belê, hûn dikarin vekin. Me ji bo vê jî hin qanûnên nû çêkirin."
Ala got ku hin kes hê jî dixwazin provakasyonan bikin û ji pêvajoya çareseriyê aciz in, gefan dixwin û wiha got: "Em bi rehetî dikarin van tiştan çareser bikin. Em dixwazin ku bila rewşa Tirkiyeyê, ciwanan û dayikan bidin li ber çav."