Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala der barê pakêta ewlehiyê de wiha got: "Di pakêtê de maf û azadiyên welatiyên me yên ku li gor qanûn û rêziknameyan dijîn nehatin sînorkirin û ji bo wan welatiyên me guherîn tune. Di vê pakêtê de ji bo kesên ku tevî çalakiyên dereqanûnî dibin û êrîşî can û malê welatiyan dikin, yek jî pêşîlêgirtina tundiyê, ceza û guherîn hene."
Ala beşdarî bernameya "3 Roj" ("3 Gun") a ku di TRT Xeberê de tê weşandin bû û pirs bersivand.
Di bernamey de ev pirs ji Ala pirsîn: "We bi kîjan armancê pakêta ewlehiyê amade kir? Ji bo pakêtê çi hewcedarî çêbû? Em ji vê pakêtê re bêjin pakêta ewlehiyê an ji ber ku tê de der barê cendirmeyan û hêsankirina karên welatiyan jî de verastkirin hene bêjin pakêta reformê?"
Li ser vê pirsê Ala got ku dibê ev pakêt wek pakêta reformê bê navkirin. Ala bal kişand ku li Tirkiyeyê dema ku rayeyekê ji siyasetê distînin û didin burokrasiyê jê re dibêjin "demokrasî" û wiha axivî: "Li Rojavayê bereksê vê ye. Dema ku rayeyekê ji burokrasiyê distînin û didin siyasetê jê re dibêjin demokrasî. Ev jî tê vê wateyê ku kesên ku bi destê welatiyan hatine hilbijartin rayedar in, kesên ku bi destê kesên ku hatine hilbijarin hatine tayînkirin wezîfedar in."
Wezîr Ala der barê guherînan de agahî da û li ser pirsa "Ango Tirkiye nabe dewleta polêsan" wiha bersiv da:
"Nabe dewleta polêsan lê belê nabe dewleta teşqeleyê jî. Em li Tirkiyeyê pergaleke wisa ava dikin ku bira tu kes rastî êrîşê neyê, her kes bazirganiya xwe bike, her kes di ewlehiyê de maf û azadiyên xwe bi kar bîne û di nav pergalekê de bijî."