16 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
ANKARA
Nêzî 700 esker û eskerên bêrutbe yên ku bêçek ji Serokatiya Sererkaniyê derketin teslîmî polêsan bûn.
Esker û eskerên bêrutbe yên ku ji Serokatiya Sererkaniyê ya li ser Kolana Necatîbeyê ye bere bere teslîm dibin welatî jî av û cixareyan didin yên teslîm dibin û ji wan ra dibêjin heke teslîm bibin wê zirar negihêje wan.
Eskerên ku bi welatiyan ra xeberdan ragihandin ku amirên wan bi gotina "tetbîqat heye" va ew xapandine û anîne Serokatiya Sererkaniyê. Leşkerên teslîm bûn ewilî birin avahiya TUÎKê û paşê jî derbasî Akademiya Polêsan kirin.
Di vê navberê da hin eskeran guleyên bi xwe ra bi destê xwe teslîmî polêsan kirin. Nêzî 150 eskerên cebilxane jî bi wan re heye di hundirê Serokatiya Sererkaniyê da disekinin.