27 Îlon 2016•Rojanekirin: 28 Îlon 2016
MUŞ
Li Mûşê jin bi pincara ku ji zeviyê kom dikin ji bo zivistanê tirşînê çêdikin.
Hediye Gezera ku amadehiya zivistanê dike wiha xeberda: "Em silq û pincarê dikelînin û pişt ra xwê lê dikin û dixin kûpan. Em zivistanê derdixin û bi hêkan çêdikin."

Sînem Ozcana 60 salî jî diyar kir ku bi salan e bi silq û pelên silqan xwarinan çêdike û wiha dewam kir: "Heft keçên min hene, Li Stenbol, Bursa û Antalyayê dimînin. Her sal ji tirşîna ku çêdikim ji wan ra dişînim. Her sal bi silq û pelên silqan ji bo zivistanê tirşînê çêdikim. Amadekirina tirşînê zehmet e, lê lazimiyeke zivistanê ye."
