Haydar Şahin
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
ANKARA
Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslanê mêvanê Maseya Edîtoran ya Ajansa Anadoluyê (AA).
Ahmet Arslanê li Maseya Edîtoran a AAyê wê bersiva pirsên li ser rojevê bide, bûyerên ku di demên dawiyê da diqewimin binirxîne.
"(Projeya Qanal Stenbolê) Emê ji bo rêkûpêkkirina derdora qanalê, rakirina xanî û avahiyên tewşomewşo yên li derdora wê, veguherîna bajarî ya guzergahê û avakirina giravên bidestçêkirî, modela fînansmanê ya her yek ji wan bi taybetî cihê be biemilînin. Ji ber vê jî gelek modelên fînansmanê yên ji hev cihê emê di vê projeyê da bi kar bînin û em ji bo wê dixebitin."
"Polêsên esmanî yên ku dê di balafiran bixebitin wê ji 'hêzên emniyetê' bin. Ji bo vê Wezareta me ya Karên Navxweyî di çarçoveya Bernameya Ewlehiyê ya Esmanî ya Sivîl de wê hin polêsan perwerde bike û li gor wê polêsên kar û barên balafiran û proseduran dizanin wezîfedar bike."
Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan der heqê xebatên Pergala Derbasbûna Serbest ya ji bona Pireya Fatîh Sultan Mehmet da wiha got:
"Me plan dikir ku xebat di 7ê mijdarê da biqede. Tevî hevalan ji bo zû biqede em bi roj û bi şev dixebitin. Armanca me ew e ku nemîne meha mijdarê û dawiya vê mehê biqede."
"Ji sedî 68ê înşeata balafirgeha 3yemîn a Stenbolê qediya. Emê beriya sibata 2018an balafira ewil daxînin balafirgehê. Vekirina fermî ya merheleya ewil a balafirgehê wê di 29ê cotmeha 2018an da be.
Daxuyaniyên Wezîr Arslan ew ê li ser malpera înternetê ya AAyê (www.aa.com.tr) û Termînala Xeberên Fînansê (www.aafinans.com) werin weşandin, kesên dixwazin dikarin ji hesabê Twîtterê (@anadoluajansi) jî demildest teqîb bikin.