30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da li Elazigê girtî ye, bona rapora tenduristiyê anîn Stenbolê.
Turkê ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da li Girtîgeha Tîpa T ya Elazigê girtî ye, ji bo tetqîqên mayîn ên tenduristiyê di refeqata cendirmeyan da birin Dezgeha Tiba Edlî ya li Yenîbosnayê.
Turk li vir qedera nîv saetê ma û paşê ew sewqî girtîgeha li Elazigê kirin.
Parêzera Tirk, Zeynep Ceren Boztoprakê di daxuyaniya xwe ya ku dabû peyamnerê AAyê da destnîşan kiribû ku dê li gorî encama raporê eşkere be ka muwekîlê wê dê di girtîgehê da bimîne an na.