Abdullah Tel
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2018
ÎSTANBUL
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Çaralî ya Sûriyeyê got: "Daxwaza me ew e ku civîna me û biryarên ku me di civînê da hildan ji bo xwîşk û birayên me yên Sûriyeyî ra bi kêr bên û bi xêr bin."
Civîna Çaralî ya Sûriyeyê di mazûvaniya Tirkiyeyê û lîderiya Serokomar Erdogan da bi beşdarbûna Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel va hat kirin.
Berî civînê Serokomar Erdogan bi lîderên Rûsya, Almanya û Fransayê ra hevdîtinên dûalî kir û paşê jî hemû lîder beşdarî civînê bûn.

Serokomar Erdogan piştî civîna ku ji çapemeniyê ra girtî hat kirin tevlî Putîn, Merkel û Macron ê lîderên Rûsya, Almanya û Fransayê ra civîna hevpar a çapemeniyê li dar xist û got ku armanca wan a sereke ew e ku xwîna li Sûriyeyê dirije bê sekinandin.
Di destpêka axaftina xwe da Serokomar Erdogan got: "Armanca me ew e ku li qadê agirbesteke mayînde çêbe, bi cî were û xwîna dirije bê sekinandin. Me îro şêwrên ji dil û baş kirin. Sedema herî girîng a îxtilafa li Sûriyeyê ku bû pirsgirêkeke kurewî ew e ku civaka navneteweyî qasî têra xwe lê xwedî derneket. Demeke dirêj barê tengasiyên ji ber kirîza Sûriyeyê li ser milên dewletên cînarê sivîlên Sûriyeyê man."

Erdogan ragihand ku ji bo bidestxistina fersendekê civîn hat kirin û wiha pê da çû: "Di çarçoveya daxwazên meşrû yên gelê Sûriyeyê da ji bo çareserkirineke siyasî û pêkhatina îstikrarê ya li welêt çi dikare bê kirin, fersend ket destê me û em li ser van mijaran sekinîn. Me îro dît ku hewldana li Astanayê çêbû bi beşdariya Fransa û Almanyayê em dikarin pêşva bibin. Em mutabiq man ku hem di asta civaka navneteweyî hem jî di nav 4 welatan da hevkarî were zêdekirin. Em mutabiq man ku alîkariya mirovahiyê ya didin gelê Sûriyeyê were domandin."

- "Avakirina Komîteya Destûra Bingehîn di demeke kurt da bê temamkirin"
Serokomar Erdogan di civîna hevpar a çapemeniyê da destnîşan kir ku hemû lîder xwedî heman fikrê ne ku bila Komîteya Destûra bingehîn di demeke kurt da bê avakirin û wiha pê da çû: "Me got ku gorî şert û mercan pêvajoya avakirina Komîteya Destûra Bingehîn di demeke kurt da bên temamkirin. Gelek welêt dema tesîrên xetereya (Sûriye) qeyranê gihîştin ser sînorên wan meseleyê nû fehm kirin û divê dawî li vê piştguhkirinê bê. Ez bawer dikim ku wekî beşdarê civînê em ê hewlên ji bo pêşxistina pêvajoya siyasî, başkirina rewşa li qadê zêde bikin. Ez bangî welatên din jî dikim ku piştgiriyê bidin van hewlan."
- "Em ê tehdîdên li dijî ewlekariya me ya neteweyî berteref bikin"
Serokomar Erdogan got: "Em ê wekî li rojavayê Feratê li rojhilatê wê jî çavkaniya tehdîdên li dijî ewlekariya me ya neteweyî berteref bikin. Tirkiye ne li ser sînorên xwe û ne jî li tu herêmeke Sûriyeyê wê destûrê nede ku komên terorê derkevin meydanê."
- Ji bona çareseriyê em ê hewldana xwe bidomînin"
Di axaftina xwe da Serokomar Erdogan diyar kir ku ew wek Tirkiye ji bo ku li Sûriyeyê çareserî pêk bê mayê ji destê wan tê dikin û wiha dewam kir: "Em biryardar in ku hewldana xwe ya ji bona çareseriyê him di platforma Astanayê da û him jî wekî îro di platformên berfireh da bidomînin. Îro em li ser meseleya penaberên Sûriyeyî ku bila vegerin welatê xwe jî sekinîn. Me di mijara pêvajoya vegerê ku divê li gor hiqûqa navneteweyî be, bi dil bê kirin û di hevkariya Neteweyên Yekbûyî da bê birêvebirin da jî li hev kir û fikra me yek e. Bê şik û bê guman biryardariya me Îrana endama pêvajoya Astanayê jî eleqedar dike. Ya rastî em ê Îranê jî ji pêngava hat avêtin û hevdîtinê haydar bikin."
Erdogan bal kişand ser alîkariyên ji bo penaberên Sûriyeyî û got: "Di mijara adil bar parvekirinê de bila teahudên Yekîtiya Ewropayê bi cih bên û ez dixwazim ku bendewariya me ya di vê mijarê da jî bi bîr bixim."