İbrahim Atmaca
25 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Di rovanşa nîvefînalê ya Kupaya Lîgê ya Îngiltereyê da Chelsea bû mêvanê Arsenalê. Arsenalê 2-1 ji Chelseayê bir û derket fînalê.
Pêşbirka rovanşê li Stada Emiratesê ya li paytext Londrayê hat lîstin. Chelseayê di deqîqeya 7emîn da bi gola Eden Hazard va 1-0 da pêşiyê. Arsenalê di deqîqeya 12an da bi gola Antonio Rudiger va skor kir 1-1. Nîvê ewil ê pêşbirkê 1-1 kuta bû.
Di nîvê duyemîn da Arsenalê di deqîqeya 60î da bi gola Granit Xhaka va pêşbirk bi 2-1ê va kuta kir û derket fînalê.
Di deplasmanê da pêşbirk 0-0 kuta bûbû.
Arsenal wê di fînalê da bi Manchester Cityê ra bileyîze.