10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 10 Mijdar 2016
ANKARA
Avakarê Komara Tirkiyeyê û lîderê mezin Gazî Mustefa Kemal Ataturk ji ber salvegera mirina xwe ya 78emîn hat bibîranîn û ji bo wî li Anitkabîrê merasima dewletê hat kirin.
Merasima li Meclisê
Di vê navberê da ji bo bîranîna Ataturk li Meclisê jî merasim hat kirin û Wekîlê Serokê Meclisê Ahmet Aydin, Cîgirserokê Koma MHPê Erkan Akçay, Endamê Katip ê Meclisê û Parlementerê Îzmirê yê CHPê Ozcan Purçu, hin parlementer rêvebirên Teşkîlata Îdarî ya Meclisê û xebatkarên Meclisê jî beşdarî merasimê bûn.
Aydin çelenga ku bi qerenfîlên sor û spî xemilandî bû danî ber Abîdeya Ataturk a li Meclisê.
Di saet 09.05an da ji ber mirina Ataturk dengê sîrenê hat vekirin paşê jî Aydin û kesên din rêz girtin û paşê jî Sirûda Neteweyî xwendin.