Haydar Şahin
19 Tebax 2017•Rojanekirin: 20 Tebax 2017
BITLÎS
Bidlîsa bajarê Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi mizgeft, kumbet, medrese, kel, Goristana Selçûqiyan, Behra Wanê, Gola Tendûra Nemrûdê, Çiyayê Sîpanê û xweşikahiyên tebiî va li benda ziyaretvanan e.
Berhemên dîrokî yên li navend û navçeyên Bîdlîsa ku dîroka wê zehf kewn e, bi mizgeft, kumbet, xaniyên dîrokî, medrese, kel, Goristana Selçûqiyan, Behra Wanê, Gola Tendûra Nemrûdê, Çiyayê Sîpanê û xweşikahiyên tebiî va tu dibê muzeya servekirî ye.
Bajarê ku havînê bi xemla kesk va tê xemilandin û dibe wek "cineta rûyê li ser erdê" bi navçeyên xwe yên Tetwan, Xelat û Elcewazê va ji bo tûrîzmê ciyekî girîng digre. Ev navçeyên bajêr motanî hîvikê aliyekî Behra Wanê dipêçin.

- Navnîşana hezkiriyên tebîetê Çiyayê Sîpanê
Golên piçûk ên wek Arîn, Aygir û Nazîkê û Behra Wanê ji bo tûrîzma herêmê zehf girîng in û ji xêncî sporên avê û di qada tûrîzmên din da jî li benda ziyaretvanan in.
Çiyayê Sîpanê ya ku di nav çiyayên herî bilind ê Tirkiyeyê da di rêza 3yan da ye ji bo hilpaskbûnê û sporên din îmkaneke mezin e.

Li Bidlîsa ku wek "bajarê kaw ê di gelî da" tê binavkirin ji Urartuyan bigre hetanî Osmaniyan rêça gele şaristaniyan lê heye. Bajar bi avahiyên dîrokî û xweşikahiyên tebiî va li benda ziyaretvanên xwe yên Eyda Qurbanê ye.
Midûrê Tûrîzm û Çandê yê Bajêr Ramazan Gencan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Bidlîs xizneya ilim, şaristanî, çand û hunerê yê û li benda kefşkirinê ye.
Gencan destnîşan kir ku Bidlîsê ji gelek şaristaniyan ra malxweyîtî kiriye û bajarekî girîng e û kesên mîna Îdrîsî Bidlîsî, Şukrî Bidlîsî, Şemsî Bidlîsî, Muştaqbaba, Sibxetullah Arwasî, Bedîuzeman Seîdê Nûrsî û Feyzullah Ensarî li bajêr jiyane.