Fatih Gazioğlu
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
TUNCELÎ
Li Tunceliyê barana ku duh şev dest pê kiribû li bajêr tesîr kir.
Barana ku duh dest pê kiribû rêya Tuncelî û Pulumurê girt. Li gor agahiyê ji kendalan hin perçeyên kevir û nêzî tunela 7 û 10emîn jî pareke axê ji jor da kete jêr û rê girt.
Tîman bi xebata qasî 3 saetan rê ji trafîkê re vekir.
Rayedaran got dibe ku barîna baranê heta demekê jî bidome û ji ber vê şofêrên ku bi taybetî ji Geliyê Munzurê û Pulumurê ra derbas dibin bila baldar bin.
Rayedaran diyar kir ku li herêmê dibe ku lehî, hezaz çêbe û ji kendal kevir bikevine jêr û ji ber vê bila bibaldar hereket bikin.