19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li gor agahiyan di nav 3 terorîstên 13ê Tîrmehê li bakurê Iraqê bi operasyona esmanî hatin berterefkirin da Hasan Çakmakê berpirsiyarê lojîstîkê yê PKKyê jî heye.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê hat diyarkirin tevî Hasan Çakmakê bi nasnavê "Delîl Karakoçan" 3 terorîst dema danûsitandina çek, cebilxane û hişbirê dikirin bi operasyona esmanî hatin berterefkirin.
Di dîmenên li ser hesabê Twitterê yê Artêşa Tirkiyeyê hatin weşandin da dema danûsitandina hişbirê da wesaîtek bi serkeftî tê îmhekirin.