26 Adar 2017•Rojanekirin: 27 Adar 2017
ANKARA
Li Ankarayê koma ku piştî nimêja serê sibê hatin bal hev pêşnûmaya Îsraîlê ya li welêt di hin saetan da di hoperlorê da banga azanê qedexe dike, protesto kir.
Civan di çalaikya Tevgera Şoreşa Nimêja Serê Sibê ku bi navê "Civan ji bo qedexeya azanê ya li Qudsê protesto bikin kom bûn" de li mizgefta Haci Bayram Velî hatin bal hev.
Kom piştî nimêja serê sibê li hewşa mizgeftê kom bûn. Li ser navê komê perwerdekar Ûgûr Eleman axivî û bal kişand ser zûlma îsraîlê ya li hember welatiyên Filistînê.
Eleman ragihand ku herî dawî Îsraîl bi qedexekirina azanê êrîşî hebûna muslumanan kir û wiha dewam kir: " Kesên ku ne ji me ne Selahadîn Eyyubî fêhm nakin. Emanetên ku ji bo me û ji bo we pîrozin, li vî bajarî hene.
Eleman got ku dê ev çalkî bi bêşdarbûna bi sedan ciwanan dê dewam bike. Komê piştî daxûyaniyê dia kir û belav bû.