26 Adar 2017•Rojanekirin: 26 Adar 2017
ANKARA
Li Çankayaya navçeya navendê ya Enqereyê di qezayeke trafîqê da 3 jê ji heman malbatê 4 kes mirin, kesek jî birîndar bû.
Li ser kolana 1232yemîn otomobîla di ajovaniya Çagdaş Eren (19) da ya ku plaqeya wê 06 ARB 28 e û ber bi hêla Xaçerêya Mewleana diçû, ji peyarê û hesinê baxçeyê bihurî û li dîwarê Mixtariya Taxa Oveçlera Jorê ya li jêra rê ket.
Li ser îxbara kesên hazir, ekîbên 112 Servîsa Hawarçûnê, agirkujî û polêsan sewqî ciyê qezayê kirin.
Ekîbên tenduristiyê tespît kirin ku Guleser Olmuş û zarokên wê Furkan (16) û Tugba yên di erebeyê da mirin. Ajovanê birîndar jî di rêya nexweşxaneyê da jiyana xwe ji dest da.
Mustafa Kenan T. (16) ku di qezayê da birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Gaziyê.
Bedenên bêgiyan ên dayîk û zarokên wê, ji bo otopsiyê rakirin Dezgeha Tiba Edlî.