28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
ANKARA
Emîn Tekînê 19 salî û xwendekarê zanîngehê şeva hewla derbê ya FETOyê li ser Pira Bogazîçiyê birîndar bû. Tekînê ku li Enqerê di nexweşxanê da tedawî dibe, serpêhatiya xwe ji nûçegihanê AAyê ra got.
Tekîn got ku ew li Zanîngeha Marmarayê Fakulteya Îlahiyatê xwendekar e û li Çamlicayê di wargehê da dimîne.
Tekîn daxuyand ku wî hewla derbeyê ji têlevîzyonê bihîst û li ser banga Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ew û hevalê wî ji wargehê derketin û ber bi Pira Bogazîçiyê va meşiya.
Tekîn got ku dema ew nêzî pirê bûn, wan dengê welatiyan bihîst ku digotin "Çi qas fîşengên we hebin, hemû agir bikin. Hûn dikarin çendan ji me bikujin?" Tekîn wiha got: "Dema ku me dît leşker gula berdide hewa û gel, moralê me xerabû, motîvasyona me şikest. Ew roj gelek kes li ber çavên me li ser pirê hatin kuştin. Gelek bêînsaf hereket kirin."
Tekîn diyar kir, dema ku ew nêzî leşkeran bûn, leşkeran timî gule berdida wan, milê wî li hewa bû, wê demê leşkerên derbekar gule agir kirin.
Tekîn diyar kir wî wê demê li pêş tankê destê xwe rakir hewa, ew dem ji bîra wî naçe û wiha dewam kir:
"Wê demê derûniya min pir cuda bû. Mirovên ku jiyabin vê dizanin. Min nexwast ez li paş bisekinim. Halîl Kantarciyê ku ez nas dikim heye. Roja ku ew şehîd bû, ku ez ji wargehê derneketama, ez li ser pira Bogazê li paş bimama, min xwe biparasta... Ew roj min hîs kir ku divê ew were kirin. Normalde ez yekî şerker nînim, lê min li wê derê ew hîs kir."