28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2016
ANKARA
Wezîrê Dadê Bekir Bozdag derkete bernameya zindî ya televizyona Haberturkê û pirsên der barê rojevê da bersivand.
Pirsîn ku "Heke derbe bi serkeftî bihata kirin gelo Fetullah Gulenê wek serokê rêxistinê bihata Tirkiyeyê?" li ser vê pirsê Bozdag wiha got:
"Li gor fikra min ew ê bihata. Lewra Fetullah Gulenê ku rabû vê derbeyê ev 40 sal e ji bo vê derbeyê amadehî dikir. Hetanî nika merivên xwe bi dizîka tijî saziyên dewletê kir û ji bo dema derbeyê amade kir. Tijî artêşê û dewletê bûn ji bo dema wê li hêviyê sekinîn û ew ê derbe bikirina û qaşo dinyayeke teze li dar bixistana. Hedefa wan cuda ye. Min berê jî got. Xumeynî çawa ku ji Parîsê vegeriya, Fetullah Gulenê jî wisa vegeriya Tirkiyeyê û bi tenê qanûna bingehîn ji holê ranekirina ew ê rejim jî bihata guherandin."
- "Piştî 15ê tîrmehê her kesî bi vî karî bawer kir"
Bozdag bal kişand ku kesên di dersxane, mekteb û zanîngehên van da hatin perwerdekirin ji bo Tirkiyeyê bûne wek "makîneya tehdîd, mirin û kuştinê, rewşa kesên ku eva rêxistina li dervayê welêt digihîne jî ji ya yên vê derê cudatir nîne.
Bozdag wiha got: "Dibe ku sibê li Amkerîkayê jî bi kesên ku mezin kiriye va di şerekê îqtidarê da karê ku li Tirkiyeyê kir bike. Dibe ku li hin welatên din jî bike."
Bozdag diyar kir ku heta îro der barê FETOya rêxistina terorê da gelek tişt ji wan ra hatine gotin û wiha xeberda: "CHPyê qal kir, wek mayîn qal kirin, lê me bawer nekir. Heta me got 'zirar ji kesên ku nimêj dikin çênabe.' Piştî 17ê kanûnê heta zimanê me geriya me qal kir. Îcar jî gotin 'AK Partî li dijî xwe operasyon dike, ji ber ku zirar gihîşt wan wiha dibêjin.' Îcar yên ku heta 17ê kanûnê qal kirin ji me bawer nekirin. Lê piştî 15ê tîrmehê her kesî fehm kir."
Bozdag destnîşan kir ku divê em êdî hev sûcdar nekin û wiha got: "Divê em vê talûkeyê berteref bikin. Kî di pêvajoya berterefkirinê da li cem hikûmetê cî bigire wê gel nirxê bide wan."
- "Divê artêşa me nebe artêşa FETOyê"
Bozdag diyar kir ku biryarnameyên ku do hatin weşandin gelek girîng in û wiha dewam kir: "Divê artêşa me nebe artêşa Fetullah Gulen. Niha Hêzên Çekdar ên Tirkan bûne artêşa FETOyê. Divê em ji destê wan bigirin û bikin artêşa gel. Loma jî hikûmet û fermandar jî di vê mijarê da bibiryar in û çi hewce bike wê bikin."
Daxwaza ji bo ku bila Gulen bi lez û bez bê girtin û çar dosyayên ji DYAyê ra hatin şandin jî xistin bîra Bozdag û got: "Me xwest ku bila demildest bê qefaltin û girtin. Rayedarên ji Dewleta Yekbûyî ya Amerîkayê ji wezareta me pirs kirin ku 'Ev lez û bezbûn ji ber çi ye?' Digel vê me ji rayedarên amerîkayî ra sedemên vê lez û bezbûnê qise kir. Li Tirkiyeyê hewla derbeyê heye û ew kesê hewla vê derbeyê kir û îdare kir ku li Amerîkayê ye."
Bozdag destnîşan kir ku serkêşê FETOyê Fetullah Gulen wê bireve kîjan welata ji wan ra îstixbarat hatiye û ji bo sir û qedemeyên dolarekî jî got: "Dolarek eşkere ye û wisa xuya dike ku di nav wan da îşaretek e, vê yekê wê daraz derbixe holê. Piştî ku ev yek derket dibe hin dolarên din jî hatibin îmhakirin. Tu kes nikare vê yekê îzah bike û bibêje ev tesaduf e. Çiqas ecêb e ku li ser hemû kesên hewla derbeyê kirine ev dolar derdikeve, meneyeka vê heye û ev mene jî di dema pêvajoya darazê da wê derbikeve holê."