22 Mijdar 2016•Rojanekirin: 22 Mijdar 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo verastkirina der barê mexduriyeta kesên ku temenê wan biçûk e, lê hatine zewicandin ji holê rabe de daxuyanî da AAyê.
Erdogan der barê verastkirinê de wiha got: "Bi ya min hikûmet divê guh bide rexne û pêşniyazên ku ji hêla komên cuda ên di civakê de cih digrin û bi hevkariyê va vê pirsgirêkê çareser bike."
Serokomar Erdogan got ku piştî vê pêşnûmayê raya giştî rexneyeke mezin kir û wiha axivî: "Wezîfeya siyasetê pirsgirêkan çareserkirin e. Ji bo pirsgirêkeke wiha giring jî hewldana çareserkirinê tiştekî normal e. Lê dema ku ev pêşnûmaya qanunê hat axaftin rexne hatin kirin, di raya giştî de bertekên cuda hatin nîşandan û pêşniyaz hatin kirin. Ev eşkere nîşan dide ku divê ev mijar car din bê axaftin. Bi ya min hikûmet divê guh bide rexne û pêşniyazên ku ji hêla komên cuda ên di civakê de cih digrin û bi hevkariyê va vê pirsgirêkê çareser bike."