Ekip
05 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê temenê zewacê de got: "Kemalat, balixbûna eqlî tiştek din e. Lê emrê zewacê di qanûnên Komara Tirkiyeyê da eşkere ye. Kesên bikevin 18 saliya xwe dikarin bizewicin û dibin xwedî wî heqî. Zewacên beriya vê hatibin kirin, dereqanûnî ne. Ji xeynî vê dibin sedema gelek mexdûriyetan jî."
Serokwezîr Yildirim piştî nimêja înê daxuyanî da rojnamevanan û li ser mijarê di rojevê de axivî.
Yildirim nirxandina xwe wiha kir:
"Îro bi hezaran însan hene ku di temenê biçûk de zewicîne, mêrê wan di hepsê de ye û malbata wan parçe bûye. Ev ji nezanîn, cehalet û heyecana wî temenî diqewime. Belkî were bîra we me çendê han qanûnek derxist û hewl da van mexdûriyetan bi dawî bînin. Lê mixabin ew mexdûriyet didomin. Kemalat, balixbûna eqlî tiştek din e. Lê emrê zewacê di qanûnên Komara Tirkiyeyê da eşkere ye. Kesên bikevin 18 saliya xwe dikarin bizewicin û dibin xwedî wî heqî. Zewacên beriya vê hatibin kirin, dereqanûnî ne. Ji xeynî vê dibin sedema gelek mexdûriyetan jî."