12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
SÎÎRT
Şaredariya Sêrtê pakêta "gava ewil ya Zewacê" diyarî kesên nû zewicîn kir.
Wekîlê Serokê Şaredariya Sêrtê Alîkarê Walî Ceyhûn Dilşad Taşkin li Şaredariyê xebateke nû da destpêkirin. Bi xebata nû Şaredarî xelata "gava ewil ya Zewacê" didin kesên ku dizewicin.
Taşkin got ku di çarçoveya şaredariya civakî de xebatên xwe didomînin.
Şaredariya Sêrtê ku bi projetên nû balê dikişîne, bi xabateke nû ragihand ku pakêtên xelata sembolîk ku gelek watedar e dîyarî kesên nû dizewicin dikin.
Taşkin ragihand ku pakêta xelatê ku tê de Qurana Pîroz, tizbî, îlmîhal, sîcade û pirtûka ku behsa jiyana zewacê dike hene diyarî kesên dizewicin dikin. Taşkin got: "Me dest bi belavkirina pakêta "gava ewil ya Zewacê" kir. Pakêtên xelatê wê diyarî hemû kesên dizewicin bên kirin. Ez bawer dikim ku xelata me ji aliyê manewî gelek watedar e. Xebatên me yên ji bo welatiyên me dê dewam bike. "
Wezîfedarê nîkahê yê Şaredariya Sêrtê Bayram Acar dema nîkaha Kubra Ozdemîr, Mahfûz Oysal û Salîha Koceman, Alî Yildirim birî, xelat diyarî wan kir.
Kubra Ozdemîr û Mahfûz Ûysal li ser xelatê pir kêfxweş bûn û sipas kirin.