23 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2017
MARDÎN
Koçalî Balayê ku bi navê "Mûsa" dihat zanîn û di lîsteya "Terorîstên lê digerin" a Wezareta Karên Navxweyî da di kategoriya gewr da hatiye nivîsandin di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê ya li Mêrdînê da hat derdestkirin. Li ser îfadeya Bala gelek sitargeh hatin dîtin û cebilxane, sîlah, pergalên teqemeniyê û dokumanên rêxistinê hatin girtin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyê ewlekariyê hatin sitandin, operasyonên li dijî kadroyên çiyê yên rêxistina terorê bi destê yekeyên Serokatiya Daîreya Herêmê ya MÎTê ya Mêrdînê, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Midûriyeta Ewlekariya Bajêr dewam dikin.
Di operasyona li dijî wargehên zivistanê ya rêxistina terorê da meha borî Koçalî Balayê ku bi navê "Mûsa" dihat zanîn û di lîsteya "Terorîstên lê digerin" a Wezareta Karên Navxweyî da di kategoriya gewr da hatiye nivîsandin di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê ya li Mêrdînê da hatibû girtin. Bala di îfadeya xwe da agahiyên der barê gelek sitargeh û wargehên ku terorîst bi kar tînin da agahî da.
Li ser agahiyên Bala da, hêzên ewlekariyê operasyon birin ser çil û çiyayên Korukoy, Yavrukoy, Çalikoy, Doxanlî, Buyukkardeş, Akarsuya gundên Nisêbînê û çiyayên Omerliya navçeya Mêrdînê.
Di operasyonan da ji şikeft û sitargehên hat tespîtkirin rêxistinê diemiland gelek çek, cebilxane, mayin, teqemeniyên bidestçêkirî, belgeyên rêxistinî û amûrên ji bo jiyanê hewce dikirin hatin qefaltin.
Teqemeniyên bidestçêkirî yên terorîstan û şikeft û stargehên wan hatin îmhekirin.
Di operasyonên li çoltera Mêrdînê da jî hêzên ewlehiyê derbeyek mezin li mensûbên rêxistinê xist.
- Kiryara êrîşa bombeyî ya li otoparqa Walîtiya Edeneyê
Hat ragihandin ku di heman operasyonê da Çîçek Karabulut a qaşo mensûba hêzên taybet a rêxistina terorê ku hat berterefkirin kiryara êrîşa bombeyî ya li otoparqa Walîtiya Edeneyê bû.
Di êrîşa li otoparqa walîtiyê 24ê sermaweza 2016an qewimî da 2 kes miribûn û 33 kes jî birîndar bûbûn.