Ahmet Aydın
23 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
KONYA
Beriya pêşbirka Atîker Konyaspor û Fenerbahçeyê ya ku di hefteya 17emîna Lîga Superê de hat kirin, terefdarên mazûmvan ji bo Qudsê koreografiya 3 rehendî (3D) çêkirin.
Beriya pêşbirka ku li Stada Şaredariya Mezin a Konyayê were kirin, terefdarên Atîker Konyasporê li trîbuna pişt qeleyê ji bo Qudsê koreografiya 3 rehendî ku tê de Mescida Eqsayê, Fatihê Qudsê Selahedîn û sembola berxwedana Filistînê Xenzele ku destekî wî de alaya Filistînê û destê din de alaya Tirkiyeyê hebû hat çêkirin. Herwiha li ser dinivîsî "Quds çaverêyê Selahedînên nû ye".

Di dema vedana koreografiyê jî ji trîbunan druşmên weke "Quds a me ye, wê ya me bimîne" hatin xwendin.
- Mihemedê Filistînî yê bi sendroma Downê jî li pêşbirkê temaşe kir

Mihemed et-Tewîlê Filistînî yê bi sendroma Downê ku ji aliyê eskerên Îsraîlê hatibû binçavkirin û peyre hatibû berdan û bi mebesta piştgiriya derûnî anîbûn Tirkiyeyê, digel malbata xwe li pêşbirkê temaşe kir.