03 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2017
TBMM
Serokwezîr Bînalî Yildirim ragihand ku biryara dirêjkirina maweya rewşa awarte ji aliyê Lijneya Wezîran ve hat dirêjkirin.
Yildirim piştî Civîna Koma AK Partiyê pirsên rojnamegeran ên derbarê dirêjkirina maweya OHALê de bersivandin.
Yildirim li ser pirsa rojnamegerek a "We gotibû wê li meclisê derbarê biryara dirêjkirina maweya OHALê de bê axaftin. Gelo di Lijneya Wezîran de biryara dirêjkirina maweya OHALê hat girtin?" got: "Belê, wekî berê usûl çi bû, dîsa bi heman şiklî."
Yildirim li ser pirsa "Gelo wê referandûm di nav şert û mercên OHALê de bê kirin?" got: "Aleqeya wan bi hev du tune ye. Me ji bo referandûmê tu tarîx nedaye û diyar nekiriye. Ka em pêşî meclisê bibînin."