07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 08 Nîsan 2017
ADANA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Sergotubêj Omer Çelîk der barê êrîşa esmanî ya DYAyê li Sûriyeyê dijî baregeha rejimê kir da got: "Qet nebe biryardariya îro hat nîşandan, ev biryara eskerî peyameke pir cidî ye û ji ber vê biryardariyê sûcdarkirina tevgera eskerî ya welatên din nayê qebûlkirin."
Wezîr Çelîk piştî ku Serokwezîr Bînalî Yildirim li balafirgehê oxir kir daxuyanî da rojnamegeran.
Çelîk ragihand ku sedema operasyona hat kirin qetlîamên rejima Esed in û wiha pê da çû: "Esed bi vê êrîşa dûmahiyê sînor derbas kir. Em dixwazin ku dewama van operasyona bê. Înşellah ev operasyon bi tenê vê êrîşê namîne û bi planeke sîstematîk dewam bike. Lazim e Esed bi saya vê planê bitirse û êdî qetlîaman neke."
Wezîr Çelîk kronolojiya bûyerê jî anî rojevê û wiha pê da çû: "Dewletên girîng ên civata navneteweyî gotibûn 'Esed heke li hemberî gelê xwe çekên kîmyewî bi kar bîne ev yek sînorê sebra me ye.' Lê paşê hêzên hewayî yên rejimê bi kar anîn û tu kesî tiştek negot. Lê mixabin di heyama rêveberiya Obama da jî ev mesele hatin piştguhkirin. Rejima Esed jî li hemberî vê bêdengmayînê zêdetir wêrek bû û rû dît."