07 Nîsan 2017•Rojanekirin: 07 Nîsan 2017
ŞIRNAK
Serokwezîr Yildirim: "Biratiya tirk û kurdan li ser vê erdnîgariyê di dîrokê da serkeftinên mezin bi dest xistiye. Yên vê dizanin dixwazin nîfaqê bikin nav me. Ji bo nîfaqê jî rêxistinên terorê yên wekî PKK, FETO û DEAŞê diemilînin. Em ê rê nedin wan."

Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim li Şirnexê di merasima xîmdanîn û vekirinên komî da xitabî gel kir.
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da wiha got: "Em Tirkiyeyeke wisa dixwazin ku tu kes ji ber baweriya xwe, ji ber mezhebê xwe, ji ber çanda xwe an jî ji ber zimanê dayika xwe cudahiyê nebîne. Kurmanc û zaza an ereb bila bi nasnameya xwe serbilind bin. Ew wesîqaye we ya serbilindiyê ye. Lê em ê bi tiştekî din jî serbilind bin ew jî ala me ya Tirkiyeyê ye. Dîsa em ê bi Komara Tirkiyeyê jî serbilind bin. Çimkî em hemû di bin wê alayê di ewlehiyê de ne. Em li bin wê alayê azad dijîn."