02 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
ÎDLIB/EFRÎN
Li bajarokê Reco yê Efrîna li rojavayê bakurê Sûriyeyê ku Artêşa Tirkiyeyê ji rêxistina terorî YPG/PKKê safî kir, mala ku Mustafa Kemal Ataturk wekî biryargeh emilandiye hat dîtin.
Suleyman Hatîpogluyê Hîndekarê Doktor ê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hatay Mustafa Kemal di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da behsa çûyîna Mustafa Kemal Ataturk a Recoyê kir.
Li gorî agahiyên ku Hatîpoglu dan, Ataturkê ku di 1918an da li Filistînê wekî Fermandarê Artêşa 7emîn peywir bi cih anî, di cotmeha heman salê da pêşiyê derbasî navenda Helebê, dû ra jî derbasî navçeya Efrînê bû.
Ataturk ligel yekîneyên xwe li Reco di îstasyona trênê Katma da bi cih bû.
Mistefa Kemal li vê derê xeta berxwedana gelê Kurd û Ereb rêxistin dike û hêzeke milîs dadimezirîne da ku alîkariya yekîneyên artêşê bike. Herwiha peywendiya xwe ya ligel yekîneyên li Kilîsê dewam dike û xeta lojîstîkê dixe bin pêbaweriyê.
Xeta seranserê Îskenderûn û qeraxên wê, Reyhanli, Kirikhan, Belen, Der el Cemal û Til Rifet ji aliyê Ataturk va hat parastin.
Artêşa Îngiliz a ku ji başûr va ber bi Efrînê hildikişiya, di 26ê Cotmeha 1918an da li Katma bi Artêşa 7emîn ra rûbirû bû.
Artêşa Osmanî ya di bin fermandariya Ataturk da ligel unsûrên herêmî li Katma li dijî Îngilizan bi ser ketin.
- Ciyê biryargehê hat tesbîtkirin
Piştî ku navenda Efrînê di 18ê Adara 2018an da di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da hat bidestxistin, Meclisa Sivîl a Herêmî damezirandin. Di encamên xebatên meclisê da qonaxa ku Ataturk wekî biryargeh emilandiye, hat dîtin.
Li gorî agahiya ku Serokê Kurd ê Meclisa Herêmî Îbrahîm Xelîl Elî da peyamnêrê AAyê, di maweya ku li herêmê ma da Ataturk qonaxa Henîf Axa ku li herêmê kesekî navdar ê piştevanê artêşa Osmanî bû, ji xwe ra kir biryargeh.
Ataturk li qonaxa li gundê Hecî Xelîl ê serdest, amadekariyên şerê ku zora Îngilizan bir kirin.
Qonaxa ku di sala 1890î da hatiye avakirin, ji ber ku xalî ye, hinekî rûxiyaye.