04 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
HEWLÊR
Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo got, "Rêxistina terorê PKK piştî sersalê li herêmê nikare star be."
Dirbo di axaftina xwe da, ku li ser malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê belav bû da destnîşan kir ku "Bona PKKyê ya herî baş ew e ku demildest Şingalê biterikîne"
Dirbo diyar kir ku rêxistina terorê PKK di bin navên cuda da li Şingalê xwe rêkxistiye û herwiha Dirbo berteka xwe nîşanî vê rewşê da û wiha xeberda, "Bi çi awayî dibe bira be, divê PKK heya sersalê van deran biterikîne. Sala pêşiya me rêxistinên terorê dê nikaribin li herêma me star bin. Emê wan bi temamî paqij bikin."
Dirbo diyar kir ku bi tenê hêzên Pêşmerge dê Şingal û dewrûbera wê kontrol bikin û wiha dewam kir, "Em nikarin li ser van sînoran hebûna unsûrên biyanî qebûl bikin."
Dirbo got ku ew ê di demeke kurt da çend gund û herêmên ku di destê DEAŞê da mane paqij bikin û dixwazin piştî vî qasî li herêmê îstiqrar û hizûr çêbe.
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beriya niha di daxuyaniya xwe da wiha gotibû: "Karê PKKê li Şingalê tune ye. Divê wê derê terk bikin". Barzanî diyar kiribû ku heke rêxistin herêmê terk neke, vebijêrkên din wê bikevin dewrê. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî jî gotibû: "Gelê Şingalê dê biryarê li ser rewşa Şingalê bide. PKK û yên din nikarin li ser navê gelê Şingalê biaxivin û biryarê bidin."
Navçeya Şingalê li Sînorê Sûriyê cihekî stratejîk e, navenda navçeyê bi qasî 120 kîlometroyan ji Mûsilê û bi qasî 45 kîlomêtreyan ji Telaferê dûr e. Têkiliya PKKya rêxistina terorê û YPGyiyên ku li aliyê Sûriyê ne, rast e rast li ser deverê çêdibe.