04 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
ÎDLIB
Hat ragihandin, jetên artêşa Sûriyê li Kefir Nebla bajaroka Îdlibê êrîşî bazarekê kirin, di êrîşê da 12 kes hatin kuştin, 23 kes birîndar bûn.
Rayedarê parastina sivîlan Omer Ulvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku jetên artêşa Sûriyê li Kefir Nebla bajaroka Îdlibê bazargehek bombebaran kir.
Ulvan diyar kir, di êrîşê da 12 sivîl mirin, 23 sivîl birîndar bûn û wiha dewam kir: "Jetên rejimê bazareke nav bajêr bombebaran kir. Digel mirî û birîndaran agir bi gelek wesaît, kargeh û malan ket. Agir hat temirandin, lê xesareke mezin çêbû."
Ulvan got ku birîndar rakirin nexweşxaneyên sehrayê û hat gotin ku rewşa hin birîndaran giran e.