08 Adar 2017•Rojanekirin: 08 Adar 2017
BERLÎN
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Hamburga bajarê Almanyayê bangî welatiyan kir û çû Berlînê.
Welatiyên Tirkiyeyê yên li xurbetê bi kêf û coş Çavuşoglu pêşwazî kirin. Welatiyan bi alayên Tirkiyeyê va dirûşmeyên wek "Ya Ellah Bismillah", "Tirkiye bi te serfiraze" berz kirin.
Çavuşoglu bangî welatiyan kir û got ku li dijî hemû astengiyan ew li Hamburgê bi welatiyan re kom bûne û wiha dewam kir: "Li baxçeyê Serkonsolxaneya Komara Tirkiyeyê em bi qasî hezar welatiyan re hatin bal hev. Heke ew der mezintir bûbûya wê zêdetir welatiyên me bihata. Ez dixwazim vê cardin bibêjim, li ku dera dinyayê dibe bila bibe tu kes nikare têkiliya me û welatiyên me qut bike. Tu kes nikare hevdîtina me ya bi welatiyên me re astangiyê derxe."
Wezîr Çavuşoglu ji welatiyan re got ku hebûna wan a li Almanyayê ji bo têkiliya Almanya û Tirkiyeyê baş e û wiha axivî: "Înşallah emê van pirsgirêkan çareser bikin, meraqan nekin. Hûnê jî li ser piyan bisekinin, em jî. Yê ku ji me re bibin dost re emê jî bibin dost. Yê ku gavekê diavêje me re emê du gavan biavêjin, nêrîna me ev e."
Çavuşoglu got ku ewê li Berlînê beşdarî Borseya Turîzmê ya Navneteweyî bibe, li wir bi şirketên ku ji Tirkiyeyê û Almanyayê re hevdîtinan bike.