Önder Beyter
06 Mijdar 2018•Rojanekirin: 07 Mijdar 2018
TOKYO
Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe spasiya Tirkiyeyê kir ku seba berdana rojnamegerê Japon Jumpei Yasuda ku 3 salan li Sûriyeyê dîl ma, xebitî. Abe wiha got, "Em dixwazin peywendiyên xwe yên ligel Tirkiyeyê di hemû war û astan da pêşda bibin."
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ku di çarçoveya ziyareta xwe ya Japonyayê da li Tokyoyê ye, bi Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe ra hat cem hev.
Abe, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîr Çavuşoglu di serî da, spasiya hikûmeta Tirkiyeyê kir ku seba berdana rojnamegerê Japon Jumpei Yasuda ku 3 salan li Sûriyeyê dîl ma, xebitî.
Wezîr Çavuşoglu jî got ku ew pir kêfxweş e ku rojnameger Yasuda sax silamet vegeriya welatê xwe, mala xwe.
Çavuşoglu wiha xeberda, "Di vê seredana xwe da ji bo geştirkirina peywendiyên me yên ku ji xwe baş in, min ligel mixatabên xwe hevdîtinên pir mefadar kirin. Herwiha ez pir kêfxweş im ku li cem herdu aliyan jî ew îrade heye ku peywendiyên xwe geştir bikin."
Çavuşoglu di çarçoveya seredana xwe ya Japonyayê da duh bi hemtayê xwe Taro Kono ra hatibû cem hev.