İbrahim Atmaca
06 Mijdar 2018•Rojanekirin: 06 Mijdar 2018
KAYSERÎ
Li Kayseriyê bersûcê Iraqî yê bi îdiaya ku berpirsê herêma Telaferê yê DEAŞê ye û tê darizandin, ji ber sûcê "endambûna rêxistina terorê" 6 sal û 3 meh cezayê hebsê xwar.
Rûniştina biryarê ya dozê li Mehkemeya Cezayê Giran a 4emîn hat dîtin û bersûcê girtî Emîn Al Kurdî û parêzerê wî beşdar bûn.
Bersûc bi rêya wergêrê sondxwarî îfadeya xwe da û îdiaya ku berpirsê herêma Telafera Iraqê ye red kir û wiha got, "Sûcê min tuneye, ez mezlûm im. Ez texliye û beraata xwe dixwazim."
Dozger xwest ku bersûc ji ber endamtiya rêxistinê were cezakirin.
Heyeta mehkemeyê ji ber sûcê "endambûna rêxistina terorê" 6 sal û 3 meh cezayê hebsê da bersûc Kurdî û biryar da ku girtîmayîna wî bidome.