Elif Orhan
15 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2015
Ehmed Nasirê ji fermandarên berê yên Lîwa Tehrîra girêdayî Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) îdia kir cebilxaneyên ku DYA diyar dike ku ji hêzên mixalif ên ku li Sûriyeyê li hember DAEŞê têdikoşin re şand, dane YPGya niçika PKKyê ya li Sûriyeyê.
Nasir daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi qasî 50 tonî cebilxaneyên ku DYAyê ji bakurê Sûriyeyê re şand di destê PYDyê de ye.
Nasir qal kir ku bi qasî 4 meh beriya niha hat Tirkiyeyê û wiha axivî:
"Jixwe li herêma di bin kontrola PYDyê de AAS, Ereb û welatiyên tirkmen neman, hemû hatin sirgûnkirin. Wir gotina PYDyê derbas dibe û tu tesîra me nema. Tenê gelekî hindik mirov man û hewl didin ku wan kesan jî wekî leşkerên AASê nîşan bidin lê ev rast nînin, ew tenê ji ser kaxizan xuya dikin."
-Zirarê didin kesên ku ji kamerayan re diaxivin
Nasir got ku PYDyê ew bi zirardayîna xizmên wî yên li Sûriyeyê tehdît kir.
Nasir qal kir ku li çapemeniyê wêneyên nîşan didin ku melzemeyên leşkerî yên ku DYAyê şandin ketin destê komên wan bi xwe jî hatin weşandin û wiha axivî: "Digel ku ez ne li Sûriyeyê me jî îdia dikin ku me cebilxane girtine. Tişteke wiha nikare bibe mijar jî. Cebilxaneyên ku DYA diyar dike ku ji hêzên mixalif ên ku li Sûriyeyê li hember DAEŞê têdikoşin re şand, dane YPGya niçika PKKyê ya li Sûriyeyê."
Nasir da zanîn ku ji ber polîtîkaya tehcîrê ya PYDyê ya li herêmê ereb û tirkmenan malê xwe terikandin.
Tirkmen Casim Elî jî destnîşan kir ku ne mimkûn e ku niha lu bakurê Sûriyeyê qala hebûna gelê tirkmen an jî ereb bikin.
Elî qal kir ku PYDyê malên wan bi zorî da valakirin û wiha axivî: "Ji bo ku gel sirgûn bikin serî her rêyê didin. Ji hinekan re gotin ku tu alîgirê DAEŞê yî, hinekan jî bi hincetên cur bi cur mecbûrê koçkirinê kirin. Em ev nêzî 4 mehan e ku li Tirkiyeyê dijîn û nikarin vegerin malên xwe."