14 Îlon 2016•Rojanekirin: 15 Îlon 2016
ATÎNA
Serokê Federasyona Fitbolê ya Slovenyayê Aleksander Ceferîn bû serokê teze yê UEFAyê.
Di hilbijartina ku li Atînaya paytextê Yewnanistanê hat kirin da Ceferîn ji 55 welatên endamê federasyonê raya 42yan sitand û bû serokê teze.
Serokê Federasyona Fitbolê yê Holandayê Mîchael Van Praagê rikaberê Ceferîn jî 13 ray sitandin.
Piştî dengdayînê Ceferîn axaftineke kin kir û ji hemû piştgirên xwe ra sipas kir. Ceferîn got ji ber ku wek serok hat hilbijartin ev ji bo wî zehf giring e, malbata wî welatê wî yê "piçûk û xweşik" zehf kêfxweş bûn.
Van Praagê ku di hilbijartinê da da der jî ji piştgirên xwe ra sipas kir. Praag diyar kir ku armanca wî û ya Ceferîn heman tişt in, ji îro şûnda UEFAyeke cuda û baş ew ê hebe û wiha got: "Îro roja demokrasiyê bû û ez rêzê nîşan didim."
Serokê teze ew ê 2,5 salan serokatiya UEFAyê bike.