Abdullah Tel
29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2017
ANKARA
29ê Cotmehê Cejna Komarê û 94emîn salvegera damezrandina Komarê li seranserê welêt û nûneriyên derveyê welêt bi merasimên curbecur tê pîrozkirin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi munasebeta 29ê Cotmehê Cejna Komarê Antikabîr ziyaret kir û paşê jî li Kuliyeya Serokomarêyê wê pîrozbahiyan qebûl bike û resepsiyonekê bide.
Serokwezîr Bînalî Yildirim jî wê di bernameyê da cih bigire.
Bi munasebeta 94emîn salvegera damezrandina Komara Tirkiyeyê li seranserê welêt, Komara Tirkan a Qibrîsa Bakur û nûneriyên derveyê welêt wê merasimên curbecur bên kirin.