Önder Beyter
29 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2017
DIYARBAKIR
Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu got, "Îro Tirkiye li ser dinyayê ew dewlet e ku di warê alîkariya mirovî da herî zêde alîkariyê dike, ji bo derd û kulan dibe derman. Di dinyayê da em ne dewleta herî dewlemend in lê elhemdulîlah em ewladê miletekî wisa ne ku herî zêde destvekirî ye."
"Projeya Pira Biratiyê ya di Navbera Başûrê Rojhilat û Rojhilatê Behra Reş da" ya Komeleya Yekîtiya Peywirdarên Dînê (Din-Bir-Der), Weqfa Alimên Medreseyan (MEDAV) û Federasyona Komeleyên Qursên Qur'anê yên Trabzonê li Diyarbekirê hat lidarxistin.

Bernameya li Salona Civînê ya ASOyê ya Mala Mamosteyan a Şaredariya Mezin bi tilaweta Qur'ana Kerîm va dest pê kir.
Walî Guzeloglu di xeberdana xwe ya li vir da destnîşan kir ku ji bo xurtbûna biratiyê bernameyên bi vî rengî girîng in.

Guzeloglu da bibîrxistin ku li dinyayê welatê ku herî zêde alîkariya mirovî dike, Tirkiye ye û wiha dewam kir, "Îro Tirkiye li ser dinyayê ew dewlet e ku di warê alîkariya mirovî da herî zêde alîkariyê dike, ji bo derd û kulan dibe derman. Di dinyayê da em ne dewleta herî dewlemend in lê elhemdulîlah em ewladê miletekî wisa ne ku herî zêde destvekirî ye. Ev xurûr û rûmeteke mezin e. Ji ber ku em nûnerên rabirdoyeke mezin in."

Miftiyê Parêzgehê Burhan Îşleyen, Midûrê Perwerdeya Neteweyî yö Parêzgehê Hasan Aslan, Serokê Giştî yê Din-Bir-Derê Muhîttîn Hamdî Yildirim, Serokê Federasyona Komeleyên Qursên Qur'anê yên Trabzonê Ahmet Ozdemîr, Midûrê Navenda Perwerdeya Bilind a Dînî Fatîh Çatmakaş, Serokê Lijneya Rêvebirinê ya MEDAVê Tayyîp Elçî, rîspî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî bernameyê bûn.