03 Mijdar 2016•Rojanekirin: 04 Mijdar 2016
ANKARA
Daîreya Cezaya 16emîn a Daraza Bilind cezaya hepsê ya 10 mehî ya ku ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê" dabûn Fîgen Yuksekdaga Hevseroka Giştî ya HDPyê pesend kir.
Bi îdiaya ku beşdarî merasima cenazeyê ya li Edeneyê ya endamekî rêxistina terorê yê ku li Stenbolê mir, bûne der heqê Yuksekdagê û 7 kesên din de doz hatibû vekirin.
Dadgeha Cezaya Giran a 7emîn a Edeneyê bi hinceta ku "propagandaya rêxistina terorê" kiriye 10 meh cezaya hepsê da Hevseroka Giştî ya HDPyê û Parlementerê Wanê Yuksekdagê.
Biryar hat temyîzkirin û li ser vê yekê Daîreya Cezayê ya 16emîn a Daraza Bilind a ku li ser dosyeyê hevdîtin kir biryara dadgeha herêmî tesdîq kir.
Sevîl Araci Beka ji parêzerên Fîgen Yuksekdagê got ku biryar hêj negihiştiye dadgeha herêmî.
Bekê got piştî ku biryar gihaşt dadgehê dê dadgeha herêmî ji dozgeriyê bixwaze ku ya hewce dike bê kirin û da zanîn ku cezayên ku ji ber sûcên terorê tên dayîn nakevin nav taloqkirinê, înfaza cezaya hepsê ya 10 mehî 7,5 meh e.