21 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der heqê Fîgen Yuksekdaga Hevseroka Giştî ya HDPyê de bi hinceta ku heqaretî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kiriye, fezleke amade kir.
Fezleke ji aliyê Wekîlê Serdozger Huseyîn Şahîn ve hat amadekirin û ji bo ku pêşkêşî Serokatiya TBMMyê bikin ji Wezareta Edaletê re şandin.
Di fezlekeyê de dan zanîn ku daxuyaniyên Yuksekdagê yên hatin gilîkirin di çarçoveya "heqaretê Serokomar" de ne û hêmanên qanûnî yên sûcê ku dixin sitûyê wê çêbûne.
Di fezlekeyê de dan zanîn gihan wê qeneatê ku der heqê Yuksekdagê de li gor madeya 83yemîn a Destûra Bingehîn bixwazin ku destlênedayîna wê bê rakirin.