08 Nîsan 2018•Rojanekirin: 09 Nîsan 2018
ŞIRNAK
Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş got: "Li Çiyayê Cûdiyê herêma ku em wek Sefîne dizanin jî ji terorîstan hat paqijkirin. Înşeallah ku kêmasiyek tunebe em ê di vê meha tîrmehê da herin wir."
Aktaş li navçeya Sîlopiyê di civîna ku bi rîspiyan ra hat lidarxistin da axivî û got ku bi saya operasyonên serkeftî yên ku hêzên ewlehiyê bi piştgiriya esmanî dikin va Çiyayê Cûdî ji terorîstên PKKyî hat paqijkirin.
Aktaş destnîşan kir, di operasyonên navborî da cendirme, tîmên harekata taybet a polêsan û gundparêz bi hev ra hereket dikin û ragihand ku ew ê di meha tîrmehê da herin herêma Sefîneyê ku li gor baweriyê li ser Çiyayê Cûdiyê keştiya Hz. Nûh lê cih bûye.
Aktaş diyar kir, "Bi îzna Xwedê Çiyayê Cûdiyê wê ji van xayînan, terorîstan were paqijkirin" û wiha dewam kir:
"Ew cihê ku wek Tepê Xerîban tê zanîn jî van nemerdan kirine qaşo goristana rêxistinê. Eskerên me terorîst ji herêmê paqij kirin. Li Çiyayê Cûdiyê herêma ku em wek Sefîne dizanin jî ji terorîstan hat paqijkirin. Înşeallah ku tiştek çênebe em ê di vê meha tîrmehê da herin wir."
Qaymeqamê Sîlopiyê Sezer Işiktaş, Midûrê Emniyeta Bajêr Omer Uslusoy, Midûrê Emniyeta Navçeyê Selçuk Erdogan, Serokê Navçeya Sîlopiyê yê AK Partiyê Fatîh Bîlen û nûnerên saziyên civata sivîl ên qamûyê jî beşdarî civînê bûn.