04 Adar 2016•Rojanekirin: 04 Adar 2016
ŞIRNAK
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di saet 11.00î da bi ANAya teyareya taybet va hate Şirnexê.
Waliyê Şirnexê Alî Îhsan Su û wezîfedarên din li Balafirgeha Şerafettîn Elçî li Serokwezîr Davutoglu pêşwazî kirin. Davutoglu ji vê derê derbasî Silopiyê bû.
Serokwezîr Davutoglu nimêja înê li Mizgefta Çarşiyê ya Silopiyê bi welatiyan ra kir.
Davutogluyê ji vê derê derbasî Qaymeqamtiya Navçeyê bibe û ji rayedaran agahiyan bistîne.
Hin wezîr û Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez jî di ziyaretê da bi Davutoglu ra hevaltî kirin.
Gormez: "Em ji malan seba malan şebekeya merhemetê ava bikin"
Serokê Karûbarên Diyanetê Mehmet Gormez di xutbeya înê da beşek ji Xutbeya Xatirxwestinê ya Hezretî Mihemed xwend.
Gormez diyar kir kesên ku destê xwe ji dîrok, bawerî û dînê xwe dikin, ziman û şaristaniya xwe jî wenda dikin û wiha xeberda, "Em hemû bi hev ra, dîsa xwedî li nirx û baweriya xwe derkevin, ji malekî biratiyê bibin maleke din da ku xelkê Sîlopî, Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Sîlvanê careke din zehmetiyê nekişînin û xaniyên wan tûşî tecawizê neyên. Em ji malan seba malan şebekeya merhemetê ava bikin."
Gormez da bibîrxistin ku keştiya Hezretî Nuh li ser Çiyayê Cûdiyê sekinî û di Qur'ana Kerîm da ev herêm wekî beldeyeke mibarek tê wesifandin.
Gormez ji welatiyan ra got ku bila derbasî be û hêvî kir ku mal û xaniyên wan tu wextî tûşî tecawizê neyê.