12 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku duhê di operasyonên li Cizîr û Sîlopiya navçeyên Şirnexê û Sûra Diyarbekirê da 16 mensûbên rêxistina terorê hatin kuştin.
Li gorî agahiya malpera înternetê ya Sererkaniyê ku bi sernava "Rûdanên Girîng ên Nêv Welêt" hat belavkirin, di operasyona ku li Cizîrê dewam dike de 2 mensûbên rêxistina terorê hatin kuştin. Heta niha hejmara terorîstên ku li Cizîrê hatin kuştin derket 265an.
Hêzên ewlekariyê li herêmê 7 teqemenî îmha kirin û 3 barîqat rakirin.
Di operasyonê da kalaşnîkofek, 3 tifingên nêçîrê, tifingek, 202 fîşengên nêçîrê, 2 molotofkokteyl, 71 fîşengên keleşê, 2 bombeyên destan, muhîmateke roketavêja antîtank, 24 mêtro qablo, bêtêleke wesayîtan a Aselsanê, cihazeke şoqê û gelek dokûmenên rêxistinê hatin qefaltin.
Di operasyona li Sîlopiyê da jî 4 mensûbên rêxistina terorê hatin kuştin. Li Sîlopiyê jî ji destpêka operasyonan heta niha 130 terorîst hatin kuştin.
Di operasyona li Sûrê da jî 10 mensûbên rêxistinê hatin kuştin. Di operasyonên li vir da jî hejmara terorîstên ku hatin kuştin derket 88an.
Hêzên ewlekariyê li Sûrê 10 barîqat rakirin, 3 teqemeniyên xumalî jî îmha kirin.
Li Artûklûya Mêrdînê jî 2 mensûbên rêxistina terorê yên hewl dan ku ji Sûriyeyê qaçaxî derbasî Tirkiyeyê bin, piştî qefaltinê hatin binçavkirin.