Önder Beyter
07 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2018
ŞIRNAK
Li Cizîra navçeya Şirnexê lêkirina pira nû ku li ser Çemê Dîcleyê ji bo peyarêyan tê çêkirin, dewam dike.
Bi destê Şaredariya Cizîrê ku wekîl lê hatiye peywirdarkirin, di navbera taxên Yafes û Konakê da li ser Çemê Dîcleyê pireke kevir tê çêkirin.
Hat destnîşankirin ku pir dê li gorî xusûsiyetên dîrokî yên Cizîrê wekî 11 çavî were çêkirin û herwiha dê ji trafîqa wesayîtan ra jî girtî be.
Qaymeqam û Wekîlê Şaredar Faik Arican çû ciyê ku pir lê tê çêkirin û xebat kontrol kirin.
Herwiha li gorî planê, dê navê "Pira Kevir a Îsmaîl Ebul-îz El-Cezerî li pira ku dê 348 mêtro dirêj be, bikin.
Aricanê ku ji peywirdaran agahî wergirt wiha got, "Em pir şad û bextewar in ku em berhemeke bi vî rengî li navçeya xwe çêdikin."