Haydar Şahin
18 Tebax 2018•Rojanekirin: 18 Tebax 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Xêncî erdhejê me ji felaketên wekî şilî û hêlanê ders dexistin, di hemû qadan da me sererastkirin kirin, veberhênan kir. Ji bo ewlehiya can û malên welatiyan em ê tevdîran bidomînin."
Erdogan di Twîtterê da peyam weşand û ji bo welatiyên di Erdheja 17ê Tebaxa 1999an da mirin got rihma Xwedê li wan be.
Serok Erdogan wiha got:
"Erdheja Marmarayê rayê me da ku em di felaketan da zehf bêtevdîr in. Xêncî erdhejê me ji felaketên wekî şilî û hêlanê ders dexistin, di hemê qadan da me sererastkirin kirin, veberhênan kir. Ji bo ewlehiya can û malên welatiyan em ê tevdîran bidomînin."