İbrahim Atmaca
24 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
VAN
Di Gola Wanê da sezona girtina masiya încî kefalê dest pê kir.
Încî kefal cureyekî endemîk e û biharê ji Gola Wanê koçî avên şirîn dikin ku xerzê xwe daynin û li hev zêde bibin.
Li navçeyên Wanê yên Îpekyolu, Edremît, Tuşba, Gevaş, Muradiye û Erdîşê û navçeyên Bitlîsê yên Elcewaz, Xelat û Tetwanê ku li ber qeraxê Gola Wanê ne, masîgir di heftê da çend roja dicivin û masiyan digrin.
Masîgir torên xwe davêjin golê û demeke dirêj li bendê dimînin û bi tonan masiyan digrin. Van masiyan him li bajêr difroşin him jî dişînin bajarên din.
Li Wan û Bidlîsê 190 tekneyên masîgiran yên qeydkirî hene.
Endamê Hîndekariyê tê Fakulteya Berên Avê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Doç. Alk. Dr. Mustafa Akkuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku qada ku Gola Wanê li ser e 3 hezar û 712 kîlomêtrekare ye û ev jî ji sê peşkan qasî peşkeke Behra Marmarayê ye.
Akkuş diyar kir, di golê da bi tenê încî kefal dijî û wiha dewam kir: "Li welatê me masîgiriya avê, ji sê paran parek ji încî kefaliya nav Gola Wanê tê. Divê em vê stoka masiyan biparêzin û xwedî lê derkevin."
- "Cîroya wê 14 milyon dolar e"
Akkuş destnîşan kir, masîgir bi sermayê va dest bi sezoneke bibereket kir û wiha dewam kir:
"Debara 14 hezar merivên ku der û dora Gola Wanê rûdinên ji încî kefalê tê. Cîroya wê salê 14 milyon dolar e. Ev jî piştgiriyeke mezin dide aboriya herêmê. Divê çavkaniyeke wiha were parastin. Dema ku masî xerzê xwe datînin, bi rêya qaçax masî tên girtin. Heke pêşî li ber vê qaçaxiyê were girtin, hejmara kesên ku debara wan ji masiyên Gola Wanê tê, wê zêde bibe."