07 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2016
ÎSTANBUL
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji bo derdestkirina 166 kesên li Ewlekariya Stenbolê wezîfeyê dikin û di nav wan da midûrên ewlekariyê jî hene û hatiye tesbîtkirin ku Bylock bi kar anîne li 35 bajaran operasyon dan destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê rêva dibe da der heqê 166 xebatkarên Ewlekariya Stenbolê yê ku di nav wan da amir û midûrên ewlekariyê jî hene û hat tesbîtkirin ku BYlocka bi kar anîne da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Qaçaxçîtiyê ji bo derdestkirina şikbaran li 26 navçeyên Stenbolê û 35 bajaran operasyona hemdem dan destpêkirin.