15 Hezîran 2017•Rojanekirin: 15 Hezîran 2017
VAN
Serdozgeriya Komarê ya Wanê der heqê Parlementerê Wanê yê HDPyê Lezgîn Botan da ji ber sûcê "propagandaya rêxistina terorê kir" fezleke amade kir û ji Wezareta Dadê ra şand.
Fezleke bi destê Serdozgeriyê hat amadekirin. Di fezlekeyê da hat gotin ku parlementer Botan di 27ê nîsanê da li Wanê daxuyanî da malpereke înternetê û "propagandaya PKKya rêxistina terorê kir".
Di fezlekeyê da daxwazî hat kirin, ji bo ku Botan li gor benda 7/2yan a Qanûna Têkoşîna Terorê were cezakirin divê li gor benda 83yemîn a Makezagonê parêzbendiya wî were rakirin. Fezleke ji bo ku ji Serokatiya Meclisê ra were pêşkêşkirin, ji Wezareta Dadê ra hat şandin.