16 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
ANKARA
Wezareta Edaletê fezlekeya der heqê Tugba Hezera parlementera HDPê da ya ku ji bo rakirina deslênedayînê ser hatibû amadekirin ji bo ku pêşniyazî Meclisê bike şande Serokwezîriyê.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, der heqê Tugba Hezera Parlementera Wanê ya HDPê da ji ber ku beşdarî merasima cinazeyê terorîstê ku di 17ê sibatê da êrîşa li Enqereyê kir, bibû Wezareta Edaletê fezleke amade kir û şande Serokwezîriyê.
Hezera Parlementera Wanê ya HDPê çûbû serxweşiya terorîst Abdulbakî Somerê ku êrîşa Enqereyê kiribû û bibû sedema mirina 29an kesan. Li ser vê Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi hinceta "kirina propagandaya rêxistina terorê" û "pesndayîna sûc û sûcdaran lêpirsîn dabû destpêkirin û li gor xala 83yan a qanûna bingehîn xwestibû ku desntlênedayîna li ser bê rakirin.