20 Nîsan 2016•Rojanekirin: 21 Nîsan 2016
ŞIRNAK
Di operasyona li Şirnexê de terorîstan teqemeniya bidestçêkirî dan teqandin, di encama teqînê de 2 esker şehîd ketin 4 peywirdarên ewlehiyê jî birîndar bûn.
Li navenda Şirnexê piştî qedexeya derketina derve ya ku ji bo girtina mensûbên PKKya rêxistina terorê, dagirtina çalên ku tê de teqemenî hatine veşartin, rakirina barîkatan, pêkanîna ewlehiya can û malê gel, hêmanên ewlehî û Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê (TSK) di 14ê sibatê de "Operasyona Ustegmenê Jendirme yê Şehîd Mehmet Çîftçî" dan destpêkirin û ev operasyon berdewam dike.
Li Taxa Bahçelîevlerê terorîstan teqemeniya bidestçêkirî ya ku li malekî veşartibûn dan teqandin, di encama teqînê de 6 peywirdarên ewlehiyê birîndar bûn.
Ambûlansên bi zirx birîndar rakirin nexweşxaneyê. Binefser û çawîşekî pispor ên ku bi xedarî birîndar bibûn digel midaxaleya ku hat kirin şehîd ketin. 4 hêzên ewlehiyê yên birîndar tên dermankirin.