Haydar Şahin
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
HAKKARÎ
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê ekîb ji bo paqijkirina berfa rêyên baregehan dixebitin.
Ekîbên Şêfiya Şantiyeya Yuksekovayê ya Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên baregeh û zozanên li ciyê bilind ên herêmê xebatên xwe didomînin.
Ekîb dixebitin ku rêya Baregeha Îkî Yakayê ya bilindahiya wê 3 hezar û 400 mêtre ye ekin, li herêmê qalindahiya berfê carcaran digihîje 6 mêtreyî.
Ekîb ev hefteyek e di şert û mercên dijwar da xebatên xwe didomînin, li ciyên ku qalindahiya berfê ser makîneyan ra diavêje jî bi zorê pêş da diçin.
Mahmut Kaşikçiyê Qaymeqam û Wekîlê Şaredar di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li herêmên din ên Tirkiyeyê bihar e lêbelê li ciyên bilind ên Yuksekovayê hê ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.
Kaşikçi bal kişand ku Mehmetçik li herêma dijwar nobeda welêt digrin û wiha pê da çû:
"Leşkerên me yên qehreman ji bo ewlehiya welatê me di şert û mercên zor da 24 saetan bi fedakarî nobedê digrin. Em jî ji bo aliyê wan bikin xebatên xwe didomînin, rêyên wan vedikin. Ekîbên ji bo vekirina rêya Baregeha Îkî Yakayê bênevber xebatên xwe didomînin. Em bi heman awayî rêya zozanan jî vedikin. Li hin herêman berfeke zehf qalind heye. Xebatên me yê dewam bikin."