Önder Beyter
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2018
MALATYA
Navçeya Arapgîrê ya Meletiyê ku bi pirên xwe yên dîrokî, kanyon û bedewiyên xwe yên siruştî va wekî bihuşta di talde da ye, di demsala payîzê da bi dîmenê xwe yê reng bi reng va bala ziyaretvanan dikişîne ser xwe.
Navçeya ku 110 kîlomêtro dûrî Meletiyê ye, bi berhemên xwe yên dîrokî û bedewiya siruşta xwe va di demsala payîzê da dîmenên nuwaze li ber ziyaretvanên xwe radixe.
Navçeya Arapgîrê ku raqima wê 1250 ye û devereke çiyayî ye, bi pirên xwe yên dîrokî, kanyon û bedewiyên xwe yên siruştî û herwiha rez û zeviyên reyhanên binefş va wekî bihuşta di talde da, ziyaretvanan dibe alemeke din.
Şaredarê Arapgîrê Haluk Comertoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamêrê AAyê da diyar kir ku navçeya wan di navenda Hewzeya Firata Bakur da dimîne û xwedî dîrokeke dirêj e.
Comertoglu bal kişand ku ew li ser dîrok, çand û xwezaya Arapgîrê xebatên mezin dimeşînin û wiha dewam kir, "Erdnîgariya ku navçeya me lê ye, hem li Tirkiyeyê û hem jî li dinyayê ciyekî newaze û nadir e."
Comertoglu da bibîrxistin ku wekî Şaredariya Arapgîrê ew ligel Komeleya Hunera Fotograf û Sînemayê ya Meletiyê di van salên dawîn da "Kampa Wêneyan a Meletiyê ya Navneteweyî" li dar dixin û wiha dewam kir, "Me encamên serkeftî ji fotokampê wergirtin. Ev çalakî li Tirkiyeyê pir binavûdeng bû û ji çaraliyê welêt siruşthez û hunermendên wêneyê berê xwe dan vê derê. Em ê sala bê jî vê çalakiyê li dar bixin. Qefleyên turîstan dixwazin bên û navçeya me bibînin."
Comertoglu bal kişand ku Arapgîr di demsala payîzê da cuda ye û kirasekî nû û xweşik li xwe dike û wiha pê da çû, "Bi rastî navçeya me hema tu bêje bûye naveda ezimandina turîstan. Îsal me ji milyonekî zêdetir însan ezimandin. Ev reqem hersal zêde dibe."