Abdullah Tel
30 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
ANKARA
Di operasyonên esmanî yên ku li ser Xakurka herêma bakurê Iraqê û dorbera Hekariyê hatin lidarxistin da 5 endamên rêxistina terorê hatin berterefkirin.
Ji ser hesabê Twîtterê yê Artêşa Tirkiyeyê der barê operasyona esmanî da agahî hat dayîn.
Li gor agahiya ji ser hesab hat parvekirin duh li Xakurka herêma ser bakurê Iraqê û dorbera Hekariyê operasyona esmanî hat kirin.
Hat ragihandin ku di operasyonê da cebilxane, kozik, baregeh, stargehên rêxistinê û 5 terorîstên ji bo êrîşê amadehî kiribûn, hatin berterefkirin.