06 Sibat 2016•Rojanekirin: 09 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Çalakiyên terorê yên PYD û YPGya ku ji Qendilê tên îdarekirin nayên dîtin û tên parastin. Dema em li çekên di destê rêxistinê da ne dinihêrin, em dibînin ku çekên Rojavayê hene."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongreyê ya Lutfî Kirdar di rûniştina girtinê ya "Foruma Tûrîzma Dinyayê" da xeberda û wiha got: "Armanca sereke ya PYD û YPGyê ji DAEŞê wêdetir, kesên ku wekî wan nafikirin, gelê herêmê û birayên me yên kurd in ku ji xwe ra dikin hedef. Derdê wan ew nîne ku pêşengiya birayên me yên kurd bikin, berevajiyê vê belaya serê birayên me yên kurd in. Ez bi eşkereyî dixwazim bibêjim."
Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser têkoşîna li dijî terorê û wiha got: "DAEŞa rêxistina terorê ya ku li Sûriye û Iraqê xwînê dirijîne, êrîşên xwe yên li dijî mirovahiyê ji Tûnisê bigre heya Misir, Parîs û DYAyê, li gelek dewletan dike. Mixabin gelek dewletên Rojavayê helwesta xwe ya li dijî rêxistinên terorê li gor gotin û îdeolojiya wan eşkere dikin û şirove dikin. Binihêrin me ev helwesta salên dûr û dirêj di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da dît û tecrube kir. Tenê têkoşîna me ya li dijî PKKyê 35 sal e dewam dike. Lê me tu wextê ax û wax nekir û bi sebr û tebat têkoşîna xwe di nav xwe da, da û em hê jî vê têkoşîna xwe berdewam dikin."
Serokomar Erdogan xeberdana xwe wiha berdewam kir: "Rêxistinên wekî PKK, PYD, YPG û DAEŞê dizanin ku nikarin bi çalakiyên xwe bi ser kevin. Em tevî artêş, ewlehî û gundparêzên Tirkiyeyê mil didin hev û vê têkoşînê didin û em ê berdewam jî bikin."
Serokmar Erdogan destnîşan kir ku di destê terorîstan da çekên rojavayê hene û wiha got: "Daxwazên mafdar ên Tirkiyeyê mixabin wek kerr û lalan nehatin dîtin. Îro heman helwest ji bo rêxistinên terorê yên li Sûriye û Iraqê tê nîşandan. Xebatên paqijiya neteweyî, çalakiyên terorê yên PYD û YPGya ku bi destê PKKê tên rêvebirin nayên dîtin û di ser da jî vê rêxistinê hîmaye dikin û piştgiriyê didinê. Dema ku li çekên di destê rêxistinê da ne mêze dikin çi dibînin? Çekên Rojavayê dibînin. Çekên hemû welatên rojavayê di destê wan da ne. Em çekên welatên ku dibêjin li dijî terorê têkoşînê didin di destê rêxistinên terorê da dibînin."
Erdogan diyar kir ku digel qeyranan aboriya Tirkiyeyê pêş dikeve û wiha axivî: "Aboriya me digel qeyran, senaryoyên qeyranê û telaliya felaketê bi îstiqrar mezin dibe û me di warê tûrîzmê da jî vê serkeftin bi dest xist. Ji ber ku li dijî hewldanên derbeyê, çeteyên bêbextiyê û provakasyonên wekî bûyerên Geziyê me li ber xwe da demokrasiya me û siyaseta me ya sivîl pêş ket û em heta roja îroyîn hatin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Dema ku em ji dinyayê ra qala vê rêxistina terorê ya ku heyatê ji welatiyên me ra jehrî dike, rewşa aramiya ku me bi sebrê ava kir heram dike, kort û hendekan vedide dikin di zorê da dimînin, ez we ra vê bêjim, dema ku welatiyên xwe ra qalê dikin jî di zorê da dimînin. Lêbelê ligel van hemû tiştan gelê me yê li herêmê êdî bi besîret û eqlê selîm tevdigere, firsend neda rêxistina terorê, nexapiya û rêxistinê bi tena serê xwe hîşt."